26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PYDê Efrîn dorpêç kiriye..Ciwanan bi zorê dibin leşkeriyê

Çavkanî: KDP.info
 
Rojava-KDP.info- Çalakvanekî bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê dibêje, ev
 
çend roj in ku PYDê li Rojavayê Kurdistanê çendîn gund û navçeyên Efrînê dorpêç
 
kirine û ciwanan bi zorê dibin leşkeriyê ku ciwanên bin 18 salî jî di nava wan de
 
hene, ku wan dibin şerê Helebê.
 
 
Arif Hebeş ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev 15 roj in ku PYD li Rojavayê
 
Kurdistanê ji hemû aliyan ve Efrîn dorpêç kiriye bo girtina xortan û birina wan bo
 
leşkeriya neçar, ku ji 14 salî heta 50 salî bi zorê dibin şerê Minbic û Helebê û
 
rojane bi dehan term vedigerînin Efrînê.”
 
 
Hebeş wiha got: “Ew gundên ku li sînorê Efrînê PYDê ew dorpêç kirine, yek ji wan
 
gundê Maşeka ye ku duhî girtin ser bo girtina ciwan û zarokan, lê bi temenên wî
 
gundî li dijî wan derketin û dest bi xwepêşandanekê kirin, herwiha li gundê basûte
 
û navçeya Mîdana hemû rê girtin û her xortek bi wir de diçû digirtin û ew dibin bo
 
şer. Lewma xortên gundên, Keferdelê ya Jorîn, Keferdelê ya Jêrîn, Fîrkana, Emra,
 
Sîwya, Heyat, Hesen û Qeda ji ber PYDê direvin.”
 
 
Wî çalakvanê kurd wiha domand: “Ez ligel xelkê wan gundan axivîm û ew dibêjin
 
em nikarin ji malê xwe derkevin, lewam bang li Serok Barzanî û Hikûmeta
 
Kurdistanê dikin ku çareseriyekê ji wan re bibînin û Efrînê ji wê rewşê re bibînin.”

Nûçeyên têkildar