Edhem Barzanî: Bê çareseriya aştiyane rêkeftin nayê kirin

Silêmanî-KDP.info- Serokê encûmena rêveberiya PDKê yê parêzgeha Silêmaniyê amaje bi vê dike ku tenê yek rê çareyek bo pirsgirêkên Kurdistana başûr heye.
Îro 03.08.2016ê serokê encûmena rêveberiya PDKê yê parêzgeha Silêmaniyê Şêx Edhem Barzanî, di civînekî çapemeniyê de ragehand; ‘’Dervey aştiyane û birayane jiyana aliyên siyasî yên Kurdistanê tu çareyeke din tuneye.’’
Şêx Edhem Barzanî di civîna çapemeniyê de ku serdana parêzgeha Helebçê kir, hêvî û bendevariyên xwe yên ji bo aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê anîn ziman û diyar kir; ‘’Hêvîdarim li gel yek em bikarin bigehin rêkeftineke li ser rewşa Kurdistanê û ev krîza ku heyû û Kurdistan tê de derbas dibe derbaskin, ku em bikarin xizmetekî zêdetir ji gelê Kurdistanê re bikin.’’
Serokê encûmena rêveber a PDKê yê parêzgeha Silêmaniyê diyar kir; ‘’Rûniştinên serokê dîvana serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ên wek nûnerê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel rêveber û aliyên din ên siyasî yên Kurdistanê wê berdewam bikin.’’




