PYD nikare ewlehiya Rojavayê Kurdistanê biparêze

Rojava-KDP.info- Berpirsê Komîteya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê
(ENKS) li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd dibêje, PYD ev çendîn sal e ku xwe
wek deselatdar li Rojavayê Kurdistanê dizane û berdewam hêncetan dike ku
xelkê diparêzin, lê piştî teqêna Qamişlo ji xelkê re derket ku ew nikarin wan
biparêzin.
Newaf Reşîd Berpirsê Komîteya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê
(ENKS) li Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa
Rojavayê Kurdistanê pir xerab e û bi taybetî jî rewşa ewlehiyê û piştî teqîna
Qamişlo xelk direvin û rastî tirseke mezin bûne, ji ber ku ji xelkê re eşkere
bû ku PYD nikare xelkê biparêze. Wan berpirsyaretiya her tiştî tenê xistiye
histê xwe de û xwe bi deselat datînin, lê mixabin nikarin xelkê biparêzin.”
Wî berpirsê ENKSê wiha got: “PYD bi hêza çekan destê xwe daniye ser
Rojavayê Kurdistanê û ti sûdek negihandiye gelê kurd, ne tenê li Rojavayê
Kurdistanê, lê belê li herçar perçên Kurdistanê PKKê tenê ziyan gihandiye
kurdan.”
Newaf Reşîd wiha domand: “Berê PYDê ji xelkê re digot em we diparêzin, lê
bi roj kamyoneke mezin tê û xwe di nava xelkê sivîl de diteqîne û bûn
sedema şehîdkirina bi dehan kurdan.”




