Serok Barzanî: Qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê girîng û hesas e

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê
Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî
ronahî xiste li ser azadkirina Musilê û wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku
qonaxa piştî rizgarkirina Musilê girîng û hestiyare û ewê ji aliyê Herêma
Kurdistanê ve girîng e çarenûsa pêkhatên olî û neteweyiyan bi taybet êzdî û
mesîhiyên parêzgeha Nînowaye û pêwîst dike paşaroja Musilê bi hemû
naverokên xwe ve li rûyê siyasî û îdarî û serbazî ve bê ronahî kirin.
Roja çarşem 03.08.2016 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê
Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û şandekî li gel kir.
Di destpêka hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên
Yekgirtî li Iraqê Rîkardo Rodrîgzî Berpirsê nû yê Nivîsîngeha Neteweyên
Yekgirtî li Herêma Kurdistanê bi Serok Barzanî nasand û paşê jî li gotarek da
Serok Barzanî ji naveroka civînên Encûmena Asayîş li New York û
konferansa Hevpeymanan li Washington agahdar kir û eve jî xisterû ku
keşûhewaya civînan erênî bûye û hêviyeke zêde ji bo têkşikandina Da'îş li
holê daye û balkişand li ser wê yekê ku nîgeraniyên hevpeymanan û civaka
navdewletî ya li ser qonaxa piştî Da'îş û rewşa mirovî ya koçberan û tekez li
wê yekê jî kir ku pêwîste axaftin li ser hemû naverok û rehendên serbazî û
siyasî û miroviyên azadkirina Musil û qonaxa piştî azadkirin û peywendî û
hemahengiya di navbera aliyan bê kirin.
Li beşekî dinê axaftina xwe de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê
Neteweyên Yekgirtî li Iraqê behsa plana mirovî ya rêxistina Neteweyên
Yekgirtî ya ji bo yarmetîdana koçberan kir û amadehiya rêxistinê jî ji bo
yarmetîdana aliyan ya gihîştina bi çareseriya kêşeyan nîşanda.
Her li vê civînê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser azadkirina Musilê û wê
yekê bi şanda mîhvan ragihand ku qonaxa piştî rizgarkirina Musilê girîng û
hestiyare û ewê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve girîng e çarenûsa pêkhatên
olî û neteweyiyan bi taybet Êzîdî û Mesîhiyên parêzgeha Nînowaye û pêwîst
dike paşaroja Musilê bi hemû naverokên xwe ve li rûyê siyasî û îdarî û
serbazî ve bê ronahî kirin.
Her wiha eve jî xiste rû ku pêwîste rûniştvanên parêzgeha Nînowa beşdarî
proseya serbazî û siyasî û îdariyan bin û rêz li biryara xelkê navçeyê û
pêkhatên wê bê girtin û hez û biryara wan ya di derbarê paşaroja wan bê bi
cîhkirin.
Di derbarê yarmetîdana koçberan û hatina zêdetira koçberan li Herêma
Kurdistanê, Serok Barzanî ragihand ku dergehên Kurdistanê li rûyê xelkê
lêqewimî vekiriye û ji bilî balkişandina li ser xemsariya Hikûmeta Iraqê ya li
ser yarmetîdana koçberan balkişand li ser wê yekê ku derbirîna hevsozî û
sozên ji aliyê civaka navdewletî bi tenê yarmetiya jiyana koçberan nade û
pêwîste hengavên kirdarî ji bo yarmetîdana wan bê avêtin.




