Nêçîrvan Barzanî: Emê berdewam bin li ser hewl bijenosîdnaskirina komkujiya kurdên êzdî

Hewlêr-KDP.info- Li duwemîn salvegera cînosayda Şengalê û kes û karên
me yên Êzîdî, em serî xwe li hember canê paqijê hemû şehîdên vê cînosaydê
ditewînin û bi xem û kovaneka kûr vê roja reş di dîroka Kurdistanê da bi bîr
tînin.
Cînosayda Şengalê û kes û karên me yên Êzîdî û xelkê din yên deverê,
birîneka kûr e û zû derman nabe û çi caran jî ji bîra gelê Kurdistanê naçe. ev
tawana mezin ku terorîstan dijî kes û karên me yên Êzîdî encamdan,careka
din ev rastî selimand ku divê gelê Kurdistanê bigehe hemû mafên xwe û
serwerya xwe bi dest bîne, ji bo vê yekê çi carên din tawan û cînosaydên
wisa bi serê gelê Kurdistanê û pêkhatên wê yên neteweyî û olî nehên kirin.
Di vê bîranîna bi kovan û xemgîn de, em careka din kes û karên xwe yên
Êzîdî piştrast dikin ku em hemû hewlên xwe didin û eva pêwîst be, em ji bo
rizgarkrina hemû girtiyên destê terorê dikin. Her wiha em hemû şiyanên
xwe ji bo avedan kirina Şengalê û rizgarkirina deverên mayî jî bi kar tînin ji
bo baştir ji berê, vegerandina jiyanê ji bo deverê.
Em kes û karên xwe yên Êzîdî piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê
berdewam e û heya dawiyê jî kar li ser vê pirsê dike ku keysa komkujya
Êzîdiyan wek cînosayd bihê nasandin. Ji bo vê yekê jî komîteyeka taybet a
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî sazî û aliyên navdewletî li ser hewlên xwe
berdewam e û di vî warî da gavên baş hatine avêtin.
Em careka din hevsozî û hevxemya xwe tevî kes û karên xwe yên Êzîdî
dubare dikin û hêvîdarim di paşerojeka nêzîk da hemû deverên vemayî jî
bihên azadkirin û kes û karên me yên Êzîdî û hemû koçber û penaberên din
jî bi serbilindî û serketî vegerin bo ser cih û malên xwe.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
2-8- 2016




