26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge: Emê axa Kurdistanê azad bikin..Qet ji navçeyên Kurdistamî venakişin

Çavkanî: KDP.info
 
Başîk-KDP.info- Berpirsê Eniya Başîkê ragihand ku ew ranawestin
 
heta ku negihên sînorê rasteqîne ê Kurdistanê û her cihek ji axa
 
Kurdistanê ku dijmin li wir be, divê bê azadkirin. Herwiha da zanîn ku
 
ew cihên rizgarkirî qet nadin Hêzên Iraqê.
 
 
Hemdî Efendî Berpirsê Eniya Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand:
 
“Sînorê rasteqîne yê Kurdistanê li kuderê be, emê heta wî cihî biçin,
 
vêga her dijminek be yan her biyaniyek be li ser axa Kurdistanê divê
 
bê derxistin, eger di bin destê hêzên Iraqê jî de be.”
 
 
Derbarê şerê çaverêkirî yê Mûsilê jî, Efendî wiha got: “Di şerê Mûsilê
 
de pêwîst e hevahengiyeke temam di navbera Hêzên Pêşmerge û
 
wan hêzên ku di operasyonê de dê beşdar bibin, hebe. Em wek
 
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê naçin nava bajarê Mûsilê, lê derdora
 
Zê û heta sînorên rasteqîne yên Başûrê Kurdistanê emê biçin û azad
 
bikin. Her cihekî em azad jî bikin qet nadin tu hêzeke din.”

Nûçeyên têkildar