PDK-S: Xelkê Efrînê li dijî PYDê xwepêşandanek kirin..Bang li Serok Barzanî dike

Rojava-KDP.info- Şaxê Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê
ragihand ku li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê PYDê kiryarên
metirsîdar li dijî gelê kurd dike û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê
kir ku zextê bixe ser wê partiyê ji bo ku dest ji wan karên xwe berde.
PDK-Sê di daxuyaniyekê de ragihand ku PYDê bi girtina xort û keçên
kurdan li nahiyeya Raco ya Efrînê hin karan dike ku herêma Efrînê ew
kar tenê di dema Osmaniyan de dîtiye, ku hêzên Asayişa PYDê li Reco
xwestin ciwanekî bigirin lê wî ciwanî xwest xwe bikuje û nekeve destê
asayişê de, herwiha duhî Asayişê li gundê Afraz jî keçek binçav kirin û
hin navê keçên din jî li cem wan hene ku dixwazin wan bigirin.
Li gorî daxuyaniya PDK-Sê, Kesûkarên ciwanên ku ji bo leşkeriya
neçar ji aliyê rêveberiya Xweser tên girtin xwepêşandaneke
nerazîbûnê li pêşiya navendekle Asayişa Reco ya Efrînê lidar xistin.
PDK-Sê bang li Hikûmeta Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî kir ku zextan bixin ser PYDê da ku dest ji wan karên
xwe berde û rê li pêşiya şandina Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li
ser asta herêmî û navdewletî veke.




