Dilêr Mihemed: Iraq ber bi perçebûnê ve diçe

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Komonîst a
Kurdistanê dibêje, rewşa navçeyê ber bi perçebûnê ve diçe, lewma
hêviyek nemaye bo Iraqeke yekgirtî, bi taybetî piştî eşkerekirina navê
çendîn berpirsên pilebilind ku destê wan di gendeliyê de heye.
Dilêr Mihemed Şerîf ji malpera KDP.info re ragihand: “Tişta ku duhî li
Encumena Nûnerên Iraqê çêbû, yek ji wan sînaryoyên ku dê bibin
sedema kirîzeke mezin, ew jî jibilî ku Bexda ligel 3 pêkhateyên cuda di
nava nakokiyê de ye û Kurd wek pêkhateyeke sereke li Iraqê
têkoşaneke dûrûdirêj kiriye bo diyarkirina nasnameya xwe bo
dirustbûna dewleta Kurdistanê. Sune û şîe jî nakokiyên wan
berdewam in.”
Şerîf wiha got: “Komek daxwazên kurdan di çarçoveya Iraqê de hebe
û ew daxwazî resen in û mafê wan ên rewa ne, lewma hinek aliyên
erebî nikarin wan daxwazan qebûl bikin, tenê ji ber ku ne di
berjewendiya wan de ne û berdewam hewla derxistina pirsgirêkan
didin bi taybetî bo daxwazên kurdan.”
Wî Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komonîst wiha domand:
“Nêzîkbûn ji Bexdayê, ziyanê digihîne Kurdistanê, ji ber ku Iraq
venagere rewşa berê.”




