26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekîtiya Zanîngehên Erebî pêzanînên xwe bo qurbaniyên Pêşmerge hene

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Yekîtiya Zanîngehên Erebî
 
kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan pêzanînên xwe ji bo Serok Barzanî û
 
qurbanîdana Pêşmerge ya li rûbirûbûn û têkşikandina terorîstan de hebû.
 
 
Roja sêşem 02.07.2016 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê
 
pêşwaziya Profesor Sultan Ebu'Erabî El'Adwan Sekreterê Yekîtiya Zanîngehên
 
Erebî kir.
 
 
Li hevdîtinê de Sekreterê Yekîtiya Zanîngehên Erebî ji bo rexsandina vê
 
hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û bi kurtî di derbarê asta peywendiya di
 
navbera Zanîngehên Kurdistan û Zanîngehên welatên Erebî axivî û daxwaz jî kir
 
peywendiyên di navbera zanîngehên her dû aliyan bi hêztir bibe.
 
 
Her wiha bi navê xwe û Yekîtiya Zanîngehên Erebî û hemû Serok Zanîngehên
 
welatên Erebî spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku sedan hezar koçber û
 
lêqewimiyan himbêz kirine û li navçeyê de bi rûdanekî dîrokî wesif kir. Eve jî
 
xiste rû ku navendên akademiyên welatên Erebî pêzanînên xwe ji bo Serok
 
Barzanî û qurbanîdana Pêşmerge ya li rûbirûbûn û têkşikandina terorîstan de
 
heye.
 
 
Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta Sekreterê Yekîtiya Zanîngehên
 
Erebî kir û xweşhaliya xwe jî bi peywendî û karê hevbeşa zanîngeh û navendên
 
zanistiyên Kurdistanê li gel zanîngehên welatên Erebî nîşanda.

Nûçeyên têkildar