26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Azîzî: Siyasetên PYDê dê berdewam be heta rûxandina rêjîmê

Çavkanî: KDP.info
 
Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî ENKSê li Herêma Kurdistanê
 
dibêje hemû siyasetên PYDê li Rojavayê Kurdistanê li dijî ENKSê ne û hefte
 
tune ye ku PYD navendên wan neşewitîne yan jî endam û serkirdeyên wan
 
negire.
 
 
Kawa Azîzî Endamê ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “PYD li Rojavayê
 
Kurdistanê berdewam e li se dijatiya ENKSê û hemû siyasetên wê jî dijî me
 
ne, hefte tune ye ku PYD navendên me neşewitîne yan jî endam û
 
serkirdeyên me negire. Pêr navenda me ya Girkê Legê şewitandin.”
 
 
Azîzî wiha got: “PYD nahêle tenê em parastina navendên xwe bikin û destê
 
xwe danîne ser her tiştî û bi şev tên û agir berdidin navendên me û direvin û
 
kes li wan jî napirse.”
 
 
Wî endamê ENKSê wiha domand: “Ew siyaseta PYDê dê berdewam be heta
 
ku hevsengiya hêzê çêbibe , yan jî rêjîma Sûriyê birûxê.”

Nûçeyên têkildar