PDKÎ: Dem hatiye Kurdistan biryarê li çarenivîsa xwe bide

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana
Îranê (PDKÎ) dibêje dem hatiye hatiye ku Herêma Kurdistanê biryarê li ser
çarenivîsa xwe bide, ji ber ku pêkvejiyan li cem Hikûmeta Iraqê nemaye.
Mihemed Salih Qadirî Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana
Îranê (PDKÎ) ji malpera KDP.info re ragihand: “Herêma Kurdistanê ligel
Bexdayê bi paqijî kar dikir bo mafên xwe bidest bîne, lê mixabin Bexda nêta
wê nepaqij bû û sedema wê jî ew bû ku Bexda xwedî rewangehekî taybet
nebûye û xwedî serweriyeke siyasî nebûye, herwiha di bin destê Îranê bûye,
lewma dirustbûna herêmeke wek Herêma Kurdistanê ku jiyana pêkhatan tê
de ye û pêkvejiyan û demokrasî heye, ji bo hinek aliyan bûye metirsî û
naxwazin aramî li navçeyê hebe.”
Qadirî wiha got: “Piştî çend salan diyar bû ku ew modela rêveberiyê ya
Bexdayê nehêjaye Herêma Kurdistanê ligel wê bimîne, lewma zû nakokiyên
siyasî li Herêma Kurdistanê bidawî bên û hêz û aliyên siyasî pêkve kar bikin
di berjewendia welat û biryarê di berjewendiya xelkê de.”
Wî berpirsê PDKÎ wiha domand: “Piştî şerê DAIŞê em pêşbînî dikin ku
metirsiya şerê Heşda Şeibî li navçeyên sînorî yên Kurdistanê çêbibe û
bixwazin pirsgirêkan ji navçeyên sînorî yên Kurdistanê re dirust bikin, lewma
niha dema wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê biryarê li ser çarenivîsa xwe
bide.”




