26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berdevkê PDKê derbarê civînên Fûad Husên ligel aliyên siyasî daxuyaniyek belav kir

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)daxuyaniyek belavkir
 
û amaje bi wê yekê kir ku, PDKê berdewam piştevaniya wan hewldanên ku
 
dixwazin bi riya gotûbêjan hemû pirsgirêk û nakokî werin çareserkirin.
 
 
Îro 31 Temûzê, Polîtburoya PDKê civiya û bi erênî civîn û gotûbêjên Dr. Fûad
 
Husên ku bi destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê destêkiribûn jibo
 
çareserkirina hemû nakokî û pirsgirêkan û rêkxistina nav mala Kurdistanî
 
ligel hêz û aliyên siyasî helsengand.
 
 
Di civînê de ev civîn û gotûbêjin Dr, Fûad Husên ligel aliyên siyasî di xizmeta
 
berjewendiyên bilind ên niştimanî û neteweyî yên Gelê Kurdistanê
 
wesfkirin, herwiha tekez kir ku, PDKê baweriya wê ya temam bi dîtina
 
çarenivîsekê ji hemû nakokiyan re di riya gotûbêj û civînan heye, herwiha bi
 
pêwîst dizane ku, merc û rewash niha ya navçeyê dihêle ku erkê hemû aliya
 
be li gorî sûd û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê tevbigerin.
 
 
Berdevkê Fermî yê PDKê
 
Mehmûd Mihemed
 
31.07.2016

Nûçeyên têkildar