26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Baştirîn dilsozî bo şehîdan, bidestanîna serxwebûnê ye

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di salvegera
 
enfalkirina Barzaniyan de peyamek belav kir û tê de ragihand ku baştirîn
 
dilsozî bo şehîdan, bidestanîna serxwebûn û azadiyê ye.
 
 
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
 
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
 
Îro bîranîna rojekî cergbir û tariye li dîroka gelê me. Berî sîh û sê sal rejîma
 
Be'es bi awayeke dirindane heşt hezar zilamên Barzanî pîr û xort her li
 
temena neh sal heta pîremêrê noht salî girtin û birin çola başûrê Iraqê û bi
 
awayeke nemirovane komkujiyê kirin.
 
 
Ew tawan helqeyek bû ji wan zincîre karesat û qurbanîdanên li ser zarok û
 
gedeyên gelê Kurdistanê da hatiye. Her li bê serûşûnkirina donz deh hezar
 
xortên Feylî û Enfala Germiyan û kîmyanbarankirina Helebçe bigre heta
 
asîmîlasyon û te'rîb û raguhestin û êrîşa terorîstan û tawana li dijî xuşk û
 
birayên me yên Êzîdî.
 
 
Her çende ev karesatên diltezîn û mezinin lê belê azadî û serbixweyî eve
 
tîne bi navê wê da qurbaniyê bidîn û ji bo serbixweyiyê qurbanîdan bihayekî
 
erzane.
 
 
Wekî Barzaniyek hest bi serbilindiyê dikim ku Barzaniyan bi navê rizgarî û
 
serbixweyî ya gelê Kurdistanê da qurbaniyê bexşîn û êşeke zêde kişandin. Bi
 
dirêjahiya sedsala bîstem her ji 1905 ku şoreşa Şêx Abduselamê Barzanî ji
 
bo serbixweyî ya Kurdistanê destpêkir gundê Barzan şanz ded car ji aliyê
 
dijminên gelê Kurdistanê ve hate şewitandin û wêran kirin, lê belê tu carekî
 
Barzan serê xwe ji bo dijminan neçemand û nizm nekir û xwe bi dest ve
 
neda û tu demekî îradeya wî neşika û li ser rêbaza xwe berdewam bû.
 
 
Ew rêbaza cihê şanaziya mine û li ser hatime perwerde kirin, rêbazek ku
 
zulm û bidestiyê qebul nake, perwerdeyeke ku têda dîn exlaqe û jiyana
 
bindestiyê mirine û mirin bi navê serbestiyê da jiyane.
 
 
Li bîranîna Enfala Barzaniyan da bi pêwîstî dizanim spasiya xelkê azîz û
 
xweşdiviyê deştê Hewlêr û Herîr û Soran bikim ku li rojên tarî û nexweş da
 
Kurdane û merdane hevsozê Barzaniyan bûne û yarmetiya wan dane û êşên
 
Barzaniyan bi êşê xwe zanîne. Spasiya şêre jinên Barzanî dikim ku kesukarên
 
wan hatine enfal kirin û salên zêde û demeke dirêj ji bo zarokên xwe hem
 
bav bûne û hem dayik. Tehemula ji destdana azîzan û êş û dijwariyên wan
 
kirine û serbilindane zarok û gedeyên xwe li ser Kurdayetî û rêbaza rast
 
pêgihandine.
 
 
Berketîtirîn bersîv ji bo qurbanîdan û karesata yek li dawiya yekên gelê me û
 
baştirîn wefa ji bo xwîna şehîd û enfalan pêkanîna serbixweyî û azadiye ji bo
 
gelê Kurdistanê.
 
 
Bijî Kurdistan
 
Nemirî ji bo şehîdên rêya azadiyê re
 
Mesûd Barzanî
 
31.07.2016

Nûçeyên têkildar