26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Pênc DAIŞî hatin girtin..Nîvê gundên ereban ser bi DAIŞ ve ne”

Çavkanî: KDP.info
 
Kerkûk-KDP.info- Berpirsê eniya Rojavayê Kerkûk û Dubiz Dr. Kemal Kerkûkî
 
ragihand ku terorîstên DAIŞê di êrişa îro de kuştî û birîndar dan û 5 kes ji
 
wan jî dîl ketin destê Hêzên Pêşmerge de.
 
 
Dr. Kemal Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku îro terorîstên
 
DAIŞê êrişî bîrên petrolê yên Bay Hesen kirin, Hêzên Pêşmerge bi tundî
 
bersiva wan dan û êrişa wan têk birin.”
 
 
Derbarê ziyanên DAIŞê, Kerkûkî wiha got: “4 terorîstên xwekuj hatin
 
jinavbirin û çend birîndar bûn û 5 jî dîl ketin destê Pêşmerge de. Herwiha
 
me operasyonek li gundên ku xelkê wan ereb in lidar xist û me karî 3
 
terorîstan di malekê de bigirin û 2 jî bi birîndarî ketin destê me de.”
 
 
Berpirsê eniya rojavayê Kerkûk û Dubiz tekez kir ku, ewê berdewam bin li
 
pişkinîna navçeyê û êdî dive hesbeke taybet ligel van gundên derdora Bay
 
Hesen bê kirin û çareseriyeke ewlehî baş ji wan re bê dîtin, ji ber ku nabe
 
terorîst bi kêfa xwe biçin û bên, wek em dizanin nîvê xelkê van gundan
 
şaneyên veşartî yên DAIŞê ne û me îro yek girt ku birayê wî emîrekî DAIŞê
 
ye.

Nûçeyên têkildar