26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûk.. Xwekujan xwe bi bîrên petrolê de teqandin

Çavkanî: KDP.info
 
Kerkûk-KDP.info- Berpirsên Hêzên Pêşmerge û polîs dibêjin rewşa rojavayê
 
Kerkûkê hatiye kontrolkirin, lê 2 xwekujan xwe bi bîrên petrolê de teqandin
 
û di encamê de agireke mezin vêketiye û niha tîmên taybet hewl didin
 
vemrînin.
 
Fermandarê Pêşmerge Husên Yezdanpena ji malpera KDP.info re ragihand:
 
“Îro danê sibehê terorîstên DAIŞê êriş kirin ser bîrên petrolê yên Bay Hesen
 
li rojavayê Kerkûkê. Hêzên Pêşmerge wê deverê paqij dikin bo nemana
 
terorîstan.”
 
Yezdanpena wiha got: “Ev demek bû ku terorîstên DAIŞê pilana êrişê dikirin
 
ku boriya petrolê ya Bay Hesen biteqnînin.”
 
Derbarê ziyanên DAIŞê wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Hêj em di
 
şer de ne û em nizanin ku ziyanên dijmin çend in û piştî şer emê diyar
 
bikin.”
 
Hevdem Rêveberê Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji malpera
 
KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê hatin şikandin û rewş di bin
 
kontrolê de ye, herwiha gelek termên DAIŞê li cihê şer mane.”

Nûçeyên têkildar