Mesrûr Barzanî: Em rê nadin dagirkirina Kurdistanê

Mesrûr Barzanî ragihand ku ew daxwaza şer nakin, lê di heman demê de ewê rê nedin hizra dagirkirina Kurdistanê û got ku ew şanaze ku Kurde û Kurdistanî ye.
Serokê Ajansa Parastina Ewlekariya Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li ser pela xwe ya Tora Civakî Facebook tekez dike kû, ti kes û aliyek arazûya wê ya şer nîne, lê belê rê jî nayê dayîn kû hizra dagirkirina Kurdistanê were kirin. Wekî din şahnazî bi Kurdbûnê dike çûnke aliyên li deshilatê û opozisyon jî bê cudahiya hizir, regez û ol, li ser parastina xaka Kurdistanê yek helwestin.
Tekista Beyanameya Mesrûr Barzanî:
" Ez şanazî dikim kû Kurdim û Kurdistanîme, dema kû dibînim heû bi hevre bi yek dest û xwedî yek helwestîne bê cêwaziya hizir û nêrîn, regez û ayîn, deshilat û opozisyon, pîr û gênc , jin û zilam amadene parastina gel û xaka niştîman bikin. Her bijî û serkeftinê bo we dixwazim.
Kesek ji me arazûya şer nake, lê belê em rê nadin kû hizra dagirkirina Kurdistanê jî were kirin.
Her Payedar be û Avedan Be Kurdistan




