Hewramî: Peyama Serok Barzanî rûyê rasteqîne yê aliyên siyasî eşkere dike

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrata
Kurdistanê (PDK) Hêmen Hewramî di pêşwazîkirina şandaekê ji
rêkxistina (IRI) ragehand ku, peyama Barzanî ya berî çend rojan rûyê
rasteqîne yê aliyên siyasî derdixe.
Îro 26 Temûzê, Hêmen Hewramî pêşwazî li şandekê ji rêkxistina IRI kir û
li ser rewşa niha ya Iraqê ragehand: “PDKê kar li ser vegera serweriyê
jibo tak dike li Herêma Kurdistan û Iraqê. Ev yek jî pşeroja Herêma
Kurdsitanê û Iraqê jî diyar dike, lewma Barzanî û PDKê kar li ser vê
rewşê kar dikin û pêkanîna giştrapirsiyê û serxwebûnê jî armanca
siyaseta me ye.”
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê got jî: “Peyama Serokê Herêma
Kurdistanê ya berî çend rojan jibo aliyên siyasî rûyê wan yê rasteqîne
dide diyarkirin bo xelkê Kurdistanê û ronî dibe aya kî serxwebûna
Kurdsitanê dixwaze.”




