26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîranî: Parlemanto bibû beşek ji pirsgirêkan û em gihandin vê rojê

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di
 
pêşwaziya Serkreterê Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê
 
Mihemed Hacî Mehmûd de ragihand ku di vê qonaxê de pêwîst
 
e hemû gelê Kurdistanê û aliyên siyasî yekrêz û yekdeng û
 
yekhelwest bin û herwiha hemû alî berjewendiyên hizbî bidin
 
aliyekî û berjewendiya bilind a Kurdistanê di ser hemû
 
berjewendiyên din re bên girtin.
 
 
Di wê hevdîtinê de, Mîranîragihand ku di vê qonaxê de pêwîst e
 
hemû gelê Kurdistanê û aliyên siyasî yekrêz û yekdeng û
 
yekhelwest bin.
 
 
Fazil Mîranî tekez kir kir ku ev kirîza siyasî ya niha li Herêma
 
Kurdistanê jiber wê yekê bû ku li şûna Parlemantoya Kurdistanê
 
biba cihê çareserkirina pirsgirêkan, bibû beşek ji pirsgirêkan û
 
Kurdistan gihand îro.
 
 
Herwiha Mîranî got pêwîst e hemû alî berjewendiyên hizbî bidin
 
aliyekî û berjewendiya bilind a Kurdistanê di ser hemû
 
berjewendiyên din re bên girtin.
 
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku pêwendiya
 
PDK û Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê bilind û bihêz e.

Nûçeyên têkildar