Ocalan: Malikî bo têkdan û fîtneyê hatibû Silêmaniyê

Hewlêr-KDP.info- Siyastemedarekî kurd dibêje, eger nêteke baş a Nûrî Malikî ji
serdana Herêma Kurdistanê heve, pêwîst bû di serî de serdana Hewlêrê kiriba, ji
ber ku navenda biryardanê li Hewlêrê yene li Silêmaniyê, lê diyar bû bo têkdan û
fîtneyê hatibû Silêmaniyê.
Osman Ocalan ji malpera KDP.info re ragihand: “Nûrî Malikî, eger nêteke wî ya
xerab nebaya, pêwîst e di serî de serdana Hewlrêê kiriba ji ber ku navenda biryarê
li Hewlêrê ye û ne li Silêmaniyê ye. Herwiha ew aliyên ku ligel Malikî rûniştin jê re
gotibana ku navenda biryarê li Hewlêrê ye, lewma eger tiştek hebe pêwîst e di serî
de serdana Hewlêrê kiriba, piştre çûba Silêmaniyê.”
Ocalan wiha got: “Nehatina Malikî bo Hewlêrê nîşana têkdan û fîtneyê ye û
dixwaze aliyên kurdî jihev cuda bike. Herwiha ew kes çavkaniya pirsgirêk û fîtneyê
ye di navbera aliyên diyasî de û her ji serî de li dijî kurdan bûye û hatina wî bo
Silêmaniyê ti xêrek tê de nebûye.”




