Nêçîrvan Barzanî: Emê sînorê Kurdistanê diyar bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
ragihand, li Îranê şertên destpêkirina diyalogê ji bona çareserkirina
kêşeya kurd nayên dîtin û got, eger ew şert hebin em amade ne
navbeynkariyê bikin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de digel beşa farsî ya
VOA, behsa mijarên girîng ên Herêma Kurdistanê, Iraq, Tirkiye, Îranê û
şerê DAIŞê kiriye.
Nêçîrvan Barzanî, li ser şerê DAIŞê gotiye, DAIŞ tenê bi çek û êrişên
serbazî nayê tinekirin, divê li kêleka wê şêwazê, çareyeke siyasî jî ji wê
kêşeyê re bê dîtin.
Serokwezîr Barzanî, behsa operasyona azadkirina bajarê Mûsilê jî kiriye
û gotiye, operasyona Mûsilê di qonaxa pilandanînê de ye her gava pilan
amade bû dê dest pê bike lê ya girîng, qonaxa piştî azadkirinê ye çimkî
dema DAIŞ, Mûsilê ji dest bide êdî cihek namîne xwe wek “xilafet”
organîze bike ji ber wê jî dê berê xwe bide şerê partîzanî û şaneyên
veşartî ava bike, ev jî pir xeter e. Divê mirov çareyekê ji vê qonaxê re
bibîne, ji ber ku DAIŞ ji derve nehatiye nav Iraqê, ji faşîzma erebî û
îslama radîkal pêk hatiye.
Li ser rola Pêşmerge di şerê Mûsilê de jî Serokwezîrê Herêma
Kurdistanê gotiye, operasyona Mûsilê ji bona me girîng e, ji ber ku Mûsil
nêzîkî Hewlêrê ye, ji ber vê yekê Pêşmerge dê roleka girîng di wê
operasyonê de bilîze. Di vî warî de em bi Iraq û hêzên hevpeyman re jî
hemaheng in.
Derheqê serxwebûna Kurdistana Başûr û astengiyên li pêşiya wê yekê jî
Serokê Hikûmeta Kurdistanê gotiye, em çi ji Iraqê cuda bibin çi nebin
divê piştî şerê DAIŞê sînorên Kurdistanê kifş bibin çimkî me xwîna xwe ji
bo wan sînoran rijandiye… Em rewşa Kurdistanê û tiştên ku li derdora
me diqewimin, baş dizanin. Gelek welat, di dema ragihandina
serxwebûnê de tûşî kêşe û tengaviyan bûne lê karîne çareser bikin, emê
jî mîna wan welatan wan qonaxan derbas bikin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî daye zanîn ku çend caran Herêma
Kurdistanê hewl daye di navbera Îran û hêzên Rojhilatî de
navbeynkariyê bike lê ew pêngav bê encam mane, çimkî li Îranê ti
nîşanên destpêkirina diyalogê nîne, eger hebin Herêma Kurdistanê
amade ye bibe navbeynkar.
Nêçîrvan Barzanî behsa gef û tehdîdên Îranê li dijî Herêma Kurdsitanê,
yên ku ji ber çalakî û xebatên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
hatibûn kirin, jî kiriye û gotiye, helbet em tehdîdên wan qebûl nakin, em
dixwazin di navbera me û Îranê de dostanî û diyalog hebe. Li gorî min,
çalakiyên PDKÎ zêde hatine mezinkirin. Ez dixwazim bipirsim; PJAKê par
çend êriş kir û çend kes kuşt, rayedarên îranî tenê carekî jî behsa wan
êrişan nekirine, çima?!
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hêzên Rojhilatî jî kiriye ku gelek
caran nehîştine asayişa Herêma Kurdistanê aloz bibe.




