Qadir: Civîna Fûad Husên ligel berpirsên YNK û Goran pêngaveke pir girîng bû

Silêmanî-KDP.info- Kargêrê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan serdana Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Husên bo bajarê Silêmaniyê û civîna wî ligel berpirsên YNK û Goran pêngaveke pir girîng bû. Herwiha tekez ku her destpêkek bo çareserkirina pirsgirêkan û yekxistina gelê Kurdistanê ew bi pêngaveke drust û baş dibînin û bilind dinirxînin.
Hakim Qadir Hemecan Kargêrê Polîtburoya YNKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana Dr. Fûad Husên bo bajarê Silêmaniyê û civîna wî ligel berpirsên YNK û Goran pêngaveke pir girîng e. Herwiha em her destpêkek bo çareserkirina pirsgirêkan û yekxistina gelê Kurdistanê ew bi pêngaveke drust û baş dibînin û bilind dinirxînin, ew jî her çiqasî pirsgirêk mezin bin jî.”
Wî berpirsê YNKê wiha got: “Pêwîst e em hemû pêkve bi erkê xwe di asta gelê xwe de rabin û pêngavên cidî bo yekxistina navmala kurdî û yekgrtinê bavêjin. Ji ber ku bihêztirîm çekê destê kurdan yekrêzî û tebayî ye û divê em xwe bo egerên navçeyê amade bikin.”




