Hewramî: Kurdistan dê biryarê bide..Almanya dê rêz lê bigire

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî di hevdîtinekê de ligel Konsulê Almanya li Herêma Kurdistanê Mark Ayşhorn ragihand Rojhilata Navîn di qonaxeke hestiyar û girîng de derbas dibe û gelê Kurdistanê di vê qonaxê de dê biryarê li ser çarenivîsa xwe de bide û nikare sedeyeke din li hêviya paşerojeke nediyar bimîne.
Hêmin Hewramî Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê di wê hevdîtinê de ragihand: “Me gelek qurbanî dane û niha Hêzên Pêşmerge li eniyên pêşî şerê terorê dikin û ew terorîst bûne metirsî li ser asayişa navdewletî û em daxwaz dikin ku zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bikin û hevkariyeke zêdetir di navbera me de çêbibe bo şikandin û têkbirina metirsiya terorê li cîhanê. Herwiha gelê Kurdistanê spasiya alîkariyên leşkerî yên Almanya bo Hêzên Pêşmerge kir.”
Hewramî wiha domand: “Bi baweriya me, mana Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de karesatên zêdetir tîne serê me û xebata gelê Kurdistanê bo derbasbûnê ye ji bindestiyê û zilmê. Herwiha niha Iraq ber bi paşerojeke nediyar û metirsîdar ve diçe.”
Hêmin Hewramî ragihand: “Niha gotûbêj berdewam in bo gihîştin bi çareseriya nêrînên cuda û şandina şandeke pilebilind ji Herêma Kurdistanê bo Bexdayê li ser pirsa referandumê û paşeroja Iraqê.”
Herwiha Konsulê Almanya li Herêma Kurdistanê Mark Ayşhorn jî ragihand: “Almanya berdewam dibe li ser alîkariyên leşkerî û mirovî bo Herêma Kurdistanê û şerê terorê şerê hemû aliyan e û em we piştrast dikin ku alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge dê zêdetir bibin û Almaniya dê rêzê li wê biryarê bigire ku gelê Kurdistanê bide û li dijî ti gelekî ranaweste.”




