Koçer ji tirsa PKKê ji navçeyên sînorî direvin

Sîdekan-KDP.info- Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê Karwan Kerîmxan ragihand
ku koçber ji tirsa PKK û bombebarana balafir û topan dest bi koçkirina ji
navçeyên sînorî kirine.
Karwan Kerîmxan ji malpera KDP.info re ragihand: “Gelek revend û koçeran
ku serdana zozanên sîdekanê kiribûn, ji tirsa PKKê û bombebaran û
topbarana balafiran vegeriyane ser mal û hale xwe, bi vê yekê jî ziyanên
mezin dîtine, ew jî ji ber ku hêj havîne û vegeriyane navçeyên gerim.”
Kerîmxan wiha got: “Beriya niha lêjneyek pêk hatibû bo komkirina ziyanan,
da ku malbatên ku ziyan dîtine bên qerebûkirin.”
Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê wiha domand: “Çendîn car bi riya xelkê
navçeyê me PKKê agahdar kiriye ku bo parastina canê welatiyan û malên
wan ji navçeyên sînorî dûrbikevin, lê PKKê ew yek nekir.”




