Serok Barzanî fermana avakirina lêjneyekê ji bo kuştina wî xortê Kerkûkê da
__2016_07_24_h16m56s47__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, lêjneyek ji bona lêkolînkirina li ser bûyera kuştina wî xortê Kerkûkî, ku şûna eşkencekirinê li ser termê wî heye, hatiye avakirin.
Piştî belavbûna nûçeya koça dawiya xortekî bajarê Kerkûkê yê bi navê Barzan Mihemed Rehîm ku paşmayên îşkencedanê jî li ser laşê wî xûyaye, li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê, Wezareta Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wê yekê raspardiye ku lîjneyeke taybetî ya lêkolîn û duvdaçûnê li ser vê keysê bê pêkanîn, eve jî bi navê derketina rastiyan û wergirtina kirdaran pêwîste.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
24.07.2016




