Serok Barzanî têkoşan û keda Mehdî Zana bilind nirxand

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Siyasetmedar û Nivîskarê Bakûr Mehdî Zana kir û di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî têkoşan û keda Mehdî Zana bilind nirxand.
Roja yekşem 24.07.2016 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Siyasetmedar û Nivîskarê Bakûrê Kurdistanê Mehdî Zana kir.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo têkoşîn û keda Mehdî Zana ya li qonaxên cûda cûdayên xebata neteweyî da hebû û destxweşiyê li kar û çalakiyên wî kir û rola wî bilind nirxand.
Her li vê hevdîtinê de behsa rewşa siyasiya Tirkiye û astengiyên li ber xebata neteweyî û demokrasî ya gelê Kurd li Tirkiye kir û her dû alî nîgeraniyên xwe li beranber rewşa emnî û aboriya gelê Kurdistanê li Bakûr nîşanda.
Li beşekî dinê hevdîtinê da ronahî xistin li ser paşaroja Kurdistanê û di derbarê hengavên berev bi cîhkirina mafê diyarîkirina çarenûsê li Başûrê Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin.




