26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Barzan Mihemed piştî eşkencekirinê hatibû şewitandin jî

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Asayişa Kerkûkê dibêje, belge di destê wan de hene ku ew ciwanê Kerkûkê jibilî eşkencekirinê, hatiye şewitandin jî.

Li bajarê Kerkûkê welatiyek bi navê Barzan Mihemed bi şêweyekî hovane û wek di wêneyan de diyar dibe, di bin eşkenceyê de hatiye kuştin.

Lîwa Helo Necat ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya 8 rojan welatiyek bi nave Barzan Mihemed ji aliyê asayişa YNKê ve li Kerkûkê hat revandin, ew jî bi tometa ku destê wî di kuştina kesekî de heye, di dema ku ew kes hevalê wî yê nêzîk bû, ku ew ciwan mişrubxur û celteya mejî li serê wî ketibû û jiyana xwe jidest da, ne hatibû kuştin. Lê Asayişê bi lêdanê Barzan birin û duhî gihandin nexweşxaneyê, lê ji ber ku gelekî hatibû eşkencekirin, jiyana xwe jidest da.”

Berpirsê Asayişa Kerkûkê eşkere kir ku, “pêwendiya wî xortî bi rêxistinên PDKê ve hebû û li ser pişta xwe nivîsandibû Bijî Barzanî. Em çûn ser termê wî û gelekî hatibû eşkencekirin û hatibû şewitandin jî. Helbet ji ber hezkirina zêde ya Serok Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî wî xortî nave wan li ser pişta xwe danîbû.”

Lîwa Helo Necat tekez kir ku wêneyên eşkencekirina wî xortî di destê wan de hene û pijîşkê dadwer jî îtîraf kir ku gelekî hatiye eşkencekirin û emê bi cidî dîvdeçûnê bikin, ne ji ber ku endamê PDKê ye, lê belê her welatiyekî din wisa bê kuştin rastiya kuştina wî eşkere bibe.

Nûçeyên têkildar