DAIŞ vê carê li eniya Zûmarê kîmyayî avêt

Zûmar-KDP.info- Îro careke din li eniya Zûmarê çekdarên DAIŞê bi çekên kîmyayî li dijî Hêzên Pêşmerge bikar anî, lê ti ziyaneke wê nebû.
Berpirsê Navçeya PDKê ya Zûmarê Hesen Xelo ji malpera KDP.info re ragihand: Îro careke din çekdarên DAIŞê 3 gulehawinên kîmyayî arasteyî Hêzên Pêşmerge kir li gundê Qeserîc ê sînorê Zûmar, lê bi xwebextî ti ziyanek nebû.
Xelo wiha got: Ev necara yekem e û çekdarên DAIŞê li wî sînorî çendîn car bi çekên li Hêzên Pêşmerge didin.




