Serokayetiya Kurdistanê êrişa terorîstî ya Munîxê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdara terorîstiya bajarê Munîxê şermezar kir.
Bi mixabinî şeva înê 22-23/07/2016 kirdarekî terorîstî ya li bajarê Munixê (Munich) ya Wîlayeta Baveriya Almanya, bûye sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek kesên sîvîl û bê guneh.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tundî vê karê terorîstiya nemirovane şermezar dike û em serxweşî û hevxemiya xwe ji bo gel û Hikûmeta Almanya û kesukarên qurbaniyên vê rûdana terorîstî radigihînîn û hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn.
Dûbarebûna vê kirdara terorîstî belgeya eweye ku teror gefeke ciddiye li ser hemû mirovayetî û dijî azadî û bextewerî û pêkve jiyanê ye, ji bo wê yekê rûbirûbûna vê diyardeya tirsnake pêwîstî bi hewlekî cîddî û hemû aliyaneya civaka navdewletiye.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
23.07.2016




