Terorîstên biyanî ên nava DAIŞê direvin

Zumar-KDP.info- Berpirsekî PDKê li sînorê Zûmar dibêje, li sînorê wan bêhêviyek di nava DAIŞê de çêbûye û terorîstên biyanî ji nava refên DAIŞê direvin û beşek ji wan jî dixwazin xwe radestî Hêzên Pêşmerge bikin.
Hesen Xelo Berpirsê Navçeya PDKê li Zumar ji malpera KDP.info re ragihand: “Moralê DAIŞê rûxa ye û dilê çekdarên wan sar bûye, bi taybetî çekdarên biyanî direvin ber bi Sûriyê ve û hin ji wan dixwazin xwe radestî Hêzên Pêşmerge bikin, ji ber ku dizanin dawiya wan hatiye.”
Xelo wiha got: “Di van çend rojan de dûberekî ket navbera çekdarên DAIŞê de û çer di navbera wan de derket û hev kuştin. Yên li navçeyê mane xelkê deverê ne û dizanin ku ti rêyeke din ji wan re nemaye lewma bergiriyê li xwe dikin.”




