26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Cewdet Necar: Paşeroja Tirkmanan girêdayî ya Kurdan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê serbixwe yê Tirkmanan di Parlemantoya Kurdistanê de ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tek serkirde ye li Herêma Kurdistanê ku guh dide Tirkmanan, herwiha baştirîn rê bo Tirkmanan ew e ku ligel Herêma Kurdistanê bimînin.

Cewdet Necar Endamê serbixwe yê Tirkmanan di Parlemantoya Kurdistanê de ji malpera KDP.infro re ragihand, ji dema ku Iraq hatiye avakirin Tirkman wek biyanî hatine dîtin û ti hikûmeteke Bexdayê ti hesab ji Bexdayê re nekiriye, lê Tirkmanên Kurdistanê rewşa wan pir baş e û ji serî de mafê wan ê siyasî û îdarî pir baş hatiye dabînkirin.

Necar da zanîn ku, serkirdeyên Kurdan û bi taybetî Serok Barzanî berdewam pişta netewa Tirkmanî digirin û em ji wê yekê serbilind in ku gotina kêmîneyan ji ser me hat helgirtin û di parlemantoya Kurdistanê de Tirkman neteweyeke mezin e.

Endamê serbixwe yê Tirkmanan di Parlemantoya Kurdistanê de ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tek serkirde ye li Herêma Kurdistanê ku guh dide Tirkmanan, herwiha baştirîn rê bo Tirkmanan ew e ku ligel Herêma Kurdistanê bimînin û Paşeroja Tirkmanan girêdayî ya Kurdan û baştirîn rê ji tirkmanan re ew e ku bibin beşek ji Herêma Kurdistanê û em bi temamî piştrast in ku Serok Barzanî dest ji me bernade.

 

Nûçeyên têkildar