Şebek derbarê îdareya Mûsilê piştevaniya daxwaza Serok Barzanî dikin

Mûsil-KDP.inf- Piştî ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku pêwîst e rêkeftineke siyasî bi beûdariya hemû pêkhatan li ser paşeroja Mûsilê bê kirin, nûnerê kurdên şebek dibêjen ew piştevaniyê li wê daxwazê û ewê her vegerin ser Herêma Kurdistanê.
Nûnerê Şebekan Mela Salim Şebek di Parlemantoya Iraqê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Em pêşwaziyê li daxwaza Serok Barzanî dikin dema ku dibêje piştî DAIŞê pêwîst e mafê pêkhatan parastî be û nabe Mûsil wek berê bimîne û rêkeftinek neyê kirin.”
Got jî ku ew naxwazin êdî bikevin ser Iraqê û dixwazin vegerin ser Herêma Kurdistanê.
Mela Salim Şebek wiha domand: “Heta niha me 1300 qurbanî dane û 300 kesên me jî dîl ketine destê DAIŞê. Herwiha em daxwaz ji Serok Barzanî dikin ku kesên destê wan di xwîna me de hebe, radestî dadgeha navdewletî bikin.”




