Amerîka 5 navendên leşkerî li Kurdistanê ava dike

Hewlêr-KDP.info- Malpera EKurd Deylî ya îngilîzî nivîsandiye ku Amerîka li gorî protokola xwe ya leşkerî ligel Herêma Kurdistanê dê 5 navendên leşkerî bo Herêma Kurdistanê ava bike û herwiha jî 10 salan Hêzên Pêşmerge perwerde bike û mûçeyên wan bide.
Roja Sêşemê 12/7/2016 li Pîrmam Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Cîgira Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka Êlîza Slotkîn kir û protokoleke leşkerî di navbera Hewlêr û Waşinton de hat îmzekirin û tê de tekez li ser dostayetiya hevbeş û alîkariya Hêzên Pêşmerge hat kirin.
Li gorî wî wê malperê, ev protokol piştî pêwendiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Aşton Karter jidayik bû.
Herwiha li gorî wê malperê Amerîka li gorî protokola xwe ya leşkerî ligel Herêma Kurdistanê dê 5 navendên leşkerî bo Herêma Kurdistanê ava bike û herwiha jî 10 salan Hêzên Pêşmerge perwerde bike û mûçeyên wan bide.
Li gorî wê malperê navendek dê li parêzgeha Hewlêrê û yek li Dihokê û 2 li Herîrê û yek jî li Etrûşê be.




