Xelkê Helebçe nehiştin Malikî biçe bajarê wan

Helebçe-KDP.info- Berpirsê şaxa 12 ya PDKê li Helebçe dibêje, xelkê
Helebçeyê rê nedan Nûrî Malikî serdana bajarê wan bike, ku deriyê bajêr li
pêşiya wî girtin û ew neçar kirin ku vegere.
Fazil Beşaretî Berpirsê şaxa 12 ya PDKê li Helebçe ji malpera KDP.info re
ragihand: “Piştî belavbûna nûçeya hatina Nûrî Malikî bo Helebçeyê xelkê
Helebçe nerazî bûn û îro danê sibehê xelk derketin pêşiya wî û rê nedan wî
ku derbasî bajarê wan bibe. Mafê xelkê heye ku rê nedin wî, ji ber ku qutê
xelkê qût kiriye. Biryar bû xelkê Silêmaniyê jî ev yek kiribana, lê hêzên
ewlehiyê xelk girtin.”




