Nêçîrvan Barzanî: Têkoşana xwendekaran nekêmtir e ji ya Pêşmerge

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
xwendekarên yekemên Kurdistanê xelat kir û di wê merasîmê de ragihand
têkoşana xwendekaran nekêmtir e ji ya Pêşmerge.
Roja Sêşem 19/7/2016 bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê,
Wezareta prerwerde rêûresmeka rêzgirtinê ji bo xwendekarên yekemên
her du salên 9 ya bineretî û 12 ya her du beşên zanistî û edebî ya xwandina
pîşeyî û îslamî bo sala 2016 xelatkir.
Di merasimê de hijmarek perlemantar û wezîr û berpirsên îdarî û kes û
karên xendekaran amade bibûn,Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma
Kurdistanê di peyvekê de pîrozbahiya xendekaran kir û hêviya serketinê ji
wan re xwest.
Serokwezîr behsa egîdiya Hêzên Pêşmerge û saziyên emnî kir ku bi fedakarî
û bi xwîna xwe hewila parastina tenahî û asayişa Herêma Kurdistanê dane.
Herwiha serê xwe li hember pêşmergeyên şehîd tewand, ku bi xwîna xwe
Kurdistan parastine.
Hêviya zû başbûnê jî bo pêşmergeyên birîndar xwest, û hewila xendekaran
giring nirxand ku wek pêşmerge hewila ser xistina welatê xwe didin û bi
cihê şanaziya Gelê Kurdistanê daya zanîn.
Nêçîrvan Barzanî xuyakir reformên pirosêsa xwendinê kilîla pêşketina
Kurdistanê ye ku welat digehîne asta welatên pêşketî yên cîhanê, ku bi
danana sîstemeka bi ser û ber li sektora perwede û xwendina bilind,
pêşerojeka Kurdistan rohin û baştir dibe.
Li pareka din, Serokwezîr spasiya hemû mamostayên Kurdistanê kir ku
hewil dane piroseya xwendina îsal bi serketî dawî bibe. Desrxweşiya
mamostayan kir ku zêdebarê kirîza darayî, nehêştin pirosêsa xwendinê bihê
westandin. Spasiya dayik û bavên xwendaran ku di xema zarokên xwe de
bûn û destxweşiya wezîr û karmendên sektora perwede kir ku bi disozî
pirosêsa xwendinê rêve birine.
Li dawiya axaftina xwe, Serokwezîr xuyakir eger gencên me derfet hebin
dikarin li pêşerojê gelek erkên mezin li Kurdistanê bi cih bînin.
Her wiha hêvî xwest hemû aliyek dest bidin hev û Kurdistanê pêş bêxin.
Li dawiya merasimê jî, bi wezîr û rêveberêm sektora perwerde, Nêçîrvan
Barzanî xelat û diyarî pêşkêşê xwendekarên yekemên Kurdistanê kir.




