Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya amadekariyên rizgarkirina Mûsilê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di
wê hevdîtinê de herdu aliyan amadekariyên rizgarkirina Mûsilê gotûbêj
kirin.
Roja sêşem 19.07.2016 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandekî li gel
kir.
Li hevdîtinê de behsa gef û pêşketinên dawî ya kirdarên terorîstî û hizra
tundrewî ya li ser asta cîhan û navçeyê kirin. Her wiha ronahî xistin li ser
serkeftinên serbaziyên beranber DAIŞê li navçeyên cûda cûdayên Iraqê.
Amadekariyên operasyona azadkirina Musilê mijareke dinê vê hevdîtinê bû
û her dû alî tekez li wê yekê kirin ku bi navê rêgirtina li dirustbûna kêşeyên
kûrtir û parastina pêkhatên olî û neteweyiyan û piştrastiya li dûbare nebûna
karesatan, pêwîste berî azadkirina Musilê peymaneke siyasî li navbera
aliyan da hebê û Balyozê Brîtanya Serok Barzanî ji nêrîna welatê xwe ya di
derbarê vê mijarê de agahdar kir.
Her wiha bi kurtî jî di derbarê biryara gelê Brîtanya ya derketina ji Yekîtiya
Ewrupa û bandora wê biryarê li ser siyaseta derekî ya Brîtanya xisterû.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê proseya siyasiya Iraqê û paşaroja
peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê de danustandina bîr û ramanan
kirin.
Li vê hevdîtinê de Angus McKee Konsolê Giştî yê Brîtanya ku dawî bi erk û
karên wî hatiye spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di
dema karkirina wî da hemaheng û hevkarê wî bûne û hêviya serkeftin û
bexteweriyê ji bo gelê Kurdistanê xwest. Li beranber da Serok Barzanî
hêviya serkeftinê li erk û karê wî yê nû da xwest.




