Welatên erebî piştevanî û hevxemiya xwe bo gelê Kurdistanê dûpat kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandekî hevbeşa Konsol û
Nûnerên welatên Erebî li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan
piştevanî û hevxemiya welatên xwe bo gelê Kurdistanê dûpat kirin.
Roja sêşem 19.07.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya şandekî hevbeşa Konsol û Nûnerên welatên Erebî li
Hewlêrê kir ku ji Nezmî Hizûrî Konsolê Giştî yê welatê Filistîn û Raşîd
Elmensûrî Konsolê Giştî yê Îmarata Yekgirtiya Erebî û Yasîn Ewez Konsolê
Giştî yê welatê Sudan û Dr. Ebdulmun'îm Ebdulrehman Konsolê Giştî yê
Şahnişîna Si'udiye û Heysem Ebulful Konsolê Giştî yê Şahnişîna Urdin û Emer
Fehmî Konsolê welatê Misir û Musa'd Elkuleyb Konsolê Giştî yê Kuweyt bi
Wekalet pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de şanda mîhvan pîrozbahiya cejna Remezanê li Serok Barzanî
kirin û piştevanî û hevsoziya welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê dûpat kirin û ji
bilî balkişandina li ser gefên terorê pêzanînên xwe ji bo qehremanî û
qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hebû û destxweşiyê li
xweragiriya gelê Kurdistanê kirin û ragihandin ku agahdarî ewene gelê
Kurdistanê hilgirê peyama aştiye û dahênerê aramiyê ne li navçeyê da. Her
wiha pesnê dilfirehî û mîhvandariya gelê Kurdistanê kirin ku ji bo pêkhatên
neteweyî û olî û bîr û ramanên cûda bûye penagehekî aram.
Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta şanda mîhvanan kir û hebûna
nûnerayetiya welatên Erebî li bajarê Hewlêrê bi wateya peyama dostayetî û
hevsoziya di navbera gelê Kurdistan û welatên Erebî da zanîn.
Paşê Serok Barzanî li gotarek da behsa gefên terorê û hizra tundrewiyê kir
ku bûye belayek ji bo cîhanê û tekez li wê yekê kir ku rûbirûbûna terorê
erkê hemû dewletên cîhane bi taybetî welatên Îslamî û Erebî û li vî warî de
erkekî hestiyar li ser milê wane û heman demî de li gel rûbirûbûna serbazî
pêwîste şerê fikrî ya terorîstan jî bê kirin.
Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî wê yekê ji bo şanda mîhvan
xisterû ku siyaseta înkarkirina gel û neteweyan siyasetekî pûçel û bê bihaye
û bi dawî hatiye û gelên navçeyê divê bi aştî û rêzgirtina hevdû da bijîn.




