Nêçîrvan Barzanî: Armanca serdana Malikî ji YNK û Goran bipirsin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan
Barzanî derbarê serdana Serokê Partiya Dewa ya Iraqê Nûrî Malîkî ya ji bo
Silêmaniyê got: “Em niyeta Malîkî nizanin. Lê heger niyetek bi xêrê baya dê
bihata Hewlêrê jî.”
Nêçîrvan Barzanî ku di heman demî de Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya
Demokrata Kurdistanê (PDK) ye jî, di dema beşdarbûna rêwresma rêzgirtina
xwendekarên yekem ê ezmûnên dibistanan ên Herêma Kurdistanê de bersiv
da pirsên rojnamevanan.
Nêçîrvan Barzanî derbarê serdana Malîkî ya ji bo Silêmaniyê diyar kir ku
serdan li ser vexwendina Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) pêk hatiye.
Serokwezîr Barzanî daxuyand ku heger Nûrî Malîkî serdana Hewlêrê jî bike
ew ê jî pêşwazî lê bikin.
Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Partiya Dewa Nûrî Malîkî duh serdanekê
de gehiştibû Silêmaniyê û li gel berpirsên YNK û Tevgera Goran rûniştibû.




