Hikûmeta Kurdistanê bersiva Rezayî da: Ew zanyarî şaş in û ti bingeh ji wan re tune ne

Hewlêr-KDP.info- Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê bersiva
axaftina Muhsin Rezayî Sekreterê Encumena Diyarkirina
Berjewendiyên Komara Îslamiya Îranê dide.
Birêz muhsin Rezayî Sekreterê Encumena Diyarkirina
Berjewendiyên Komara Îslamiya Îranê li hevdîtinekê digel Kanala
Yek ya welatê xwe behsa vê yekê kiriye ku welatê Seudiya
yarmetiya partiyên opozisiyona Îranê daye û li bajarê Hewlêrê du
partiyên kurdên rojhilat çalak kiriye û bingeh li nêzîk sinûrên Îranê
vekirine û eger berdewam bin û Hikûmeta Herêmê hizrekê ji bo vê
pirsê neket, bi van zûyane dest bi operasiyoneka serbazî dijî wan
dikîn û berpisatiya wê ji dixe ser mile Serok Barzanî.
Li bersivaBerpirsê Komara Îslamiya Îranê radigihînin ku:
Yekem: ser û binên zanyarî û şirovekirina Birêz Muhsin Rezayî
derbarê bûyerên sinûrî şaş û bê bingeh in.
Duyem: komîteyeka hevbeşa emnî navbera Komara Îslamiya Îranê
û Herêma Kurdistanê heye. Her pirsgirîkek hebe, di vê kûmîteyê
de dihê behskirin û çareserkirin. Eger belgeyek hebe li ser rastiya
axaftina Rezayî, ba Komîteya Hevbeşa Emnî dîvre çûnê jê re bike.
Sêyem: asayiş û seqmgîriya Komara Îslamiya Îranê ji bo Herêma
Kurdistanê giringe, bi asayişa Îranê, asayişa deverî dihê parastin.
Di gel vê yekê jî, her aliyek dibe bi xwe bikare sedemên pirsgirêkan
vebîne û kar ji bo çareserkirina wan bike.
Çarem: daxwaza bihêzkirina têkilî û karê hevbeş û dostînî ya
navbera Komara Îslamiya Îranê û Herêma Kurdistanê dikîn.
Encumena Wezîrêm Herêma Kurdistanê
18/7/2016




