26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Beyan Samî: Protokola Amerîka-Kurdistan pêngavên pir mezin li pey tên

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan
 
Samî Ebdulrehman dibêje protokola di navbera Hewlêr û Waşinton de
 
karekî mezin dike ser siyaset û pêgeha Herêma kurdistanê û ew protokol
 
tiştekî pir girîng e û pêngavên pir girîng ên din li pey xwe tîne. Herwiha
 
dibêje, Serok Barzanî roleke pir mezin di serkeftina wê protokolê de dîtiye.
 
 
Roja Sêşemê 12/7/2016 li Pîrmam Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li
 
Cîgira Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka Êlîza Slotkîn kir û protokoleke leşkerî di
 
navbera Hewlêr û Waşinton de hat îmzekirin û tê de tekez li ser dostayetiya
 
hevbeş û alîkariya Hêzên Pêşmerge hat kirin.
 
 
Derbarê wê protokolê de Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka
 
Beyan Samî Ebdulrehman ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev protokol ji
 
encama wê pêwendiya bihêz û gerim di nabera Hêzên Pêşmerge û hikûmet
 
û gelê Kurdistanê ji aliyekî û di navbera hêzên Amerîka û hikûmet û gelê
 
Amerîkî de serhildaye.”
 
 
Beyan Samî Ebdulrehman wiha got: “Serok Barzanî roleke pir mezin di
 
serkeftina vê protokolê de dîtiye û di konferansa Miyunix li Almanya li ser
 
heman mijarê ligel berpirsên Amerîka civiya û gotûbêj kirin. Amerîka
 
baweriyeke mezin bi Serok Barzanî û serkirdatiya wî heye, lewma biryar
 
dane ku bibin hevpeyman ligel Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê.”
 
 
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdulrehman
 
dibêje protokola di navbera Hewlêr û Waşinton de karekî mezin dike ser
 
siyaset û pêgeha Herêma kurdistanê û ew protokol tiştekî pir girîng e û
 
pêngavên pir girîng ên din li pey xwe tîne.
 
 
Beyan Samî Ebdulrehman wiha domand: “Alîkariyên Amerîka madî û
 
lojestîk in, lewma bandoreke erênî baş li Hêzên Pêşmerge û Wezareta
 
Pêşmerge dikin. Di warê siyasî de jî ji hemû cîhanê re eşkere bûye ku
 
berjewendiyên Herêma Kurdistanê û Amerka hevbeş in û pêwîstiya herdû
 
aliyan bihev heye, lewma ev protokol bandoreke mezin li ser siyaset û
 
pêgeha Herêma Kurdistanê dike.”

Nûçeyên têkildar