26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Protokola Hewlêr-Waşinton welatên din jî han dide

Çavkanî: KDP.info
 
 
Hewlêr-KDP.info- Çavdêr û siyasetmedarên kurd derbarê protokola di
 
navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de dibêjin, ew rêkeftin yek ji
 
destkeftên herî girîng e bo xelkê Kurdistanê. Herwiha dibêjin, kurdan
 
garantî ji Amerîka wergirtine û ew protokol pêwendiyên herêmê û Amerîka
 
ber bi pêşve dibe, ku serkeftineke mezin e bo serkirdatî û dîplomtiya
 
kurdan, ku ev yek dibe sedem welatên din jî protokolên wisa ligel
 
Kurdistanê îmze bikin.
 
 
Roja Sêşemê 12/7/2016 li Pîrmam Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li
 
Cîgira Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka Êlîza Slotkîn kir û protokoleke leşkerî di
 
navbera Hewlêr û Waşinton de hat îmzekirin û tê de tekez li ser dostayetiya
 
hevbeş û alîkariya Hêzên Pêşmerge hat kirin.
 
 
Siyasetmedar kurd Dîndar Doskî ragihand ku “yasaya kongrêsa Amerîka bû
 
sedem ku Amerîka wê protokolê ligel Hewlêrê îmze bike, ku protokoleke pir
 
girîng e û wek welatekî pir pêşketî reftar ligel Herêma Kurdistanê hatiye
 
kirin, ji ber ku Amerîka tenê çekan dide welatên pêşkeftî û ew yek
 
pêwendiyên Kurdistan û Amerîka pêş dixe, lewma dibe serkeftineke mezin
 
bo serkirdatî û dîplomasiya kurdan.”
 
 
Dîndar Doskî wiha got: “Ew protokol dibe sedema ku Hêzên Pêşmerge
 
zêdetir bihêz bibin û rasterast bên biçekirin û alîkariya wan bê kirin û
 
herwiha dibe sedem ku welatên din ên cîhanê jî wê riyê bigirin û protokolan
 
ligel Herêma Kurdistanê îmze bikin.Pêwîst e hemû aliyên siyasî yên Herêma
 
Kurdistanê bi wê protokolê dilxweş bin, ji ber ku xizmeteke mezin digihîne
 
xelkê Herêma Kurdistanê û nabe pirsgirêkên navxwe bandoreke xerab li wê
 
destkeftê bike.”
 
 
Ji aliyê xwe ve, Çavdêrê siyasî Îhsan Amêdî ragihand: “Bi hewla Serok
 
Barzanî ev protokol hat îmzekirin, ji ber ku karî baweriyê bi Amerîka bîne û
 
baweriyekê li cem wê çêbike ku Hêzên Pêşmerge take hêz e li ser erdê ku
 
şerê terorîstên DAIŞê dike û ew protokol yek ji destkeftên herî girîng in bo
 
Herêma Kurdistanê, ku ew peyamek e bo xelkê Kurdistanê û hemû cîhanê
 
ku Amerîka piştgiriya kurdan û dewleta kurdî dike û dê her hevpeymanê
 
Kurdistanê be û êdî dijmin û neyarên kurdan nikarin nêzîkî Kurdistanê
 
bibin.”

Nûçeyên têkildar