Welatî piştgiriya peyama Serok dikin..Serxwebûn rewa yê gelê Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Welatiyên Herêma Kurdistanê piştgiriya
peyama Serok Barzanî derbarê pirsa referandumê û serxwebûnê
dikin û di wê baweriyê de ne û di wê baweriyê de ne ku nave ev
pirs bibe qurbanî nakokî û hevrikiyên navxweyî.
Derbarê pirsa referandumê û serxwebûna Başûrê Kurdistanê
Kawar Berwarî ku xelkê devera Amêdiyê ye ji malpera KDP.info re
ragihand: “Em wek hemû xelkê Kurdistanê piştgiriya peyama
Serok Barzanî dikin bo referandumê û serxwebûnê, ku daxwazeke
rewa ya gelê Kurdistanê. Dema em bibin dewlet jî, em nabin
metirsî li ser cîranên xwe û emê bibin cîranekî baş.”
Herwiha Naze Koyî jî derbarê vê pirsê de ji KDP.info re dibêje: “Ji
me re niha ti armancek ji serxwebûnê û bilindtir û pîroztir tune ye
û em rê nadin ev pirsa çarenivîsaz bibe qurbanî nakokî û
hevrikiyên navxweyî, lewma em daxwaz ji hemû hêzên siyasî yêm
Kurdistanê dikin ku bilez kar bikin bo nemana girêkan li pêşiya
pirsa referandumê û serxwebûnê, ji ber ku dema wê yekê hatiye
ku em eşkere ji hemû cîhanê re bêjin, em dixwazin maleke
serbixwe dirust bikin.”
Welatî Şemal Husên ku xelkê bajarê Ranya ye, ji KDP.info re
dibêje: “Ez matmayî dimînim dema dibînim hin kes û alî ne ligel
serxwebûnê ne û dibêjin niha ne dema serxwebûnê ye, ku heta
niha bi hezaran kurd ji bo serxwebûnê bûne qurbanî, lê mixabin
niha hin alî berovajî wê yekê ne. Eger niha gelê kurd daxwaza
serxwebûnê neke pêwîst e kengî daxwaz bike? Niha hemû hewlên
Serok Barzanî bo serxwebûnê ne û em piştgiriya peyama wî dikin û
hêvîdar im xelkê Kurdistanê li peyama wî xwedî derkevin.”




