Frakisyona Yekgirtû: Amerîka wek dewlet reftarê ligel Kurdistanê dike

Hewlêr-KDP.info- Biryardera Lêjneya Pêşmege ya Frakisyona Yekgirtûya
Îslamî ya Kurdistanê li Parlementoya Kurdistanê dibêje, ew protokola ku
hefteya borî di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de hat îmzekirin, pir
girîng e û bi wê yekê Amerîka wek dewlet reftarê ligel me dike.
Behar Ebdulrehman Biryardera Lêjneya Pêşmege ya Frakisyona Yekgirtûya
Îslamî ya Kurdistanê li Parlementoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re
ragihand: “Ew protokola ku di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de hat
îmzekirin pir girîng e, ku hevkariyê ligel Herêma Kurdistanê dirust dike, ji
ber ku heta niha em di çarçoveya Iraqê de tenê herêmek in.”
Ebdulrehman wiha got: “Ji ber şerê terorê û qehremaniya Hêzên Pêşmerge
Amerîka wek dewlet reftarê ligel Herêma Kurdistanê dikin.”




