26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî Bi Aliyên Siyasî Yên Kurdistanê Re Civiya

Çavkanî: KDP.info

Li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi part û aliyên siyasî yên Kurdistanê re civiya û piştî bi dawî hatina civînê daxuyaniyek jî hate weşandin.

 

Di vê civîna han de part û aliyên siyasî yên Kurdistanê dilgiraniya xwe ya li hember helwestên Berpirsê hêzên çekdar yên Îraqê diyar kirin û ragihandin ku, her çend di destpêka civînên hevbeş yên bi komîteya leşkerî ya hêzên Pêşmerge re li di dawiyê de ji wan helwestên xwe yên erênî jî poşman bûn û tekez li ser mayîna hêzên Dîcle û leşker keşî bo ser Kerkûk û Deverên weqetandî kiriye.

 

Di beşeke din ya vê civîna han de part û aliyên siyasî yên Kurdistanê yekdengî û yek helwestiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê li hember mafên Gelê Kurd û parastina prosesa demokrasiya Îraqê bi girîng wesif kirin û tekez li ser pêşîgirtin ji serhildana dubare ya Dîktatoriyetê kirin.

 

Di civîna han de hate gotin ku, pêwîste tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê ji bo pêşîgirtina serhildana Dîktatoriyetê rola xwe bilîzin jiber ku, ev meseleya han bi tenê ne ya Kurdistanê belku, ya tevahiya Îraqê ye.

 

Her di vê derbarê de jî di civînê de tekez li ser vê yekê hate kirin ku, yekparçeyiya axa Îraqê girêdayî bi rêz girtin ji destûra bingehîn ya Îraqê ve ye û binpê kirina destûra bingehîn ya Îraqê yekparçeyiya axa Îraqê dixe bin metirsiyan.

 

Di dawiya vê civîna han de part û aliyên siyasî yên Kurdistanê ev yek eşkere kirin ku, bi ti awayî derfet nadin ti pileke şovenî ber bi Kerkûk û Deverên weqetandî yên Kurdistanê ve were û tekez li ser vê yekê jî hate kirin ku, pêwîste Kurd di nava xwe de dest bi diyalogeke berfire bo çaksazî û bihêztir kirina pêgeha xwe di warê xwebirêvebirinê de kir û silavên xwe jî pêşkêşî hêzên Pêşmerge kirin û amadebûna xwe jî bo piştgîrî kirin û hevkarî kirina hêzên Pêşmerge diyar kirin.

Nûçeyên têkildar