Hevpeymana navdewletî xulekê bo perwerdeya Pêşmerge vedike

Hewlêr-KDP.info- Îro bo yekemîn car xuleke perwerdeya operasyona
zanyariyan destpê kir û rahênerên hevpeymanan xulekê bo rahênana
Pêşmerge vedike.
Rêvebirê Ragihandina Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet ji malpera
KDP.info re ragihand: Îro Bo cara yekem car rahênerên hevpeymanan
destkirine bi rahênana operasyona zanyariyan ku heta niha bi berdewamî
meqiş û perwerdeyê di warê curbicurên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge vedikin.
Herwiha ew rahênan taybet in bi warên curbicur ên ragihandinê û şerê
derunî, ku dest bi perwerdeya 40 efser û karmendên ser bi Wezareta
Pêşmerge bo medyayên leşkerî kirine.




