Serok Barzanî ligel Partiya Komonîst referandum gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandeke
Partiya Komonîst a Kurdistanê civiya û di wê hevdîtinê de paşeroja
Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û herwiha referandum û mafê
çarenivîsiyê yê gelê Kurdistanê gotûbêj kirin.
Îro Yekşemê 17ê meha 7an 2016ê li Pîrmam, Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Partiya Komonîst a Kurdistanê kir ku
pêkhatibû ji Dr. Kawe Mehmûd Cîgirê Sekreter û Ebû Karwan Endamê
Polîtburoya wê partiyê.
Di wê hevdîtinê de, qonaxên dîrpokî yên Iraqê hatin behskirin û gotûbêj li
ser paşeroja Kurdistanê û pêwendiyên ligel Bexdayê û herwiha referandum
û mafê çarenivîsiyê yê gelê Kurdistanê hate kirin.
Di beşekî din ji civînê, behsa piroseya siyasî ya Herêma Kurdistanê hat kirin
û herdu aliyan nêrînên xwe li ser sedemên serhildana kirîzên siyasî û
çareserkirina pirsgirêkan diyar kirin.




