26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em kêfxweş in bi serkeftina rewatiyê û îradeya gelê Tirkiyê

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di
 
peyamekê de bi boneya sernekeftina hewla kudetaya ango derbeya
 
girûpeke artêşa Tirkiyê bo girtina deselat, pîrozbahî li serokmar û
 
serokwezîr û gelê Tirkiyê kir û kêfxweşiya bi serkeftina îradeya gel bi ser
 
hewla kudetayê de ragihand.
 
 
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
 
Em kêfxweş in bi serkeftina îradeya gelê Tirkiyê bi ser hewla girûpeke
 
leşkerî li dijî rewatî û îradeya gel û em di wê baweriyê de ne ku şikestina wê
 
hewlê dê deselat û hikûmet û îradeya gelê Tirkiyê bihêztir bike û herwiha rê
 
li pêşiya derbeyeke leşkerî li Tirkiyê digire.
 
 
Bi vê boneyê em pîrozbahiyê li birêz Serokomar Receb Teyip Erdogan û
 
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yilidirim û hemû aliyan û gelê Tirkiyê dikin ku
 
bihevre ew hewl hat şakandin.
 
 
Yekdengiya aliyên siyasî û kesayetiyên Tirkiyê karî rewatiya desolate û
 
Tirkiye û navçeyê jî ji aloziyeke mezin biparêze. Gelê Tirkiye bi xwîn û
 
qehremaniyê rewatî li Tirkiyê parast.
 
 
Em di wê baweriyê de ne ku ew mînakeke nû û mezin e di hişyariya gelê
 
Tirkiyê de, herwiha ew hişyariya gelan navçeyê ber bi aramî û diyalog û
 
jinavbirina terorê û aloziyan dibe.
 
 
Serokwezîrê Kurdistanê
 
Nêçîrvan Barzanî

Nûçeyên têkildar