Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê piştevanê Fransa ye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî êrîşa li bajarê Nice şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş li ser prensîp û bihayên azadîxwazî û wekhevî û birayetiya şoreşa Fransa ye ku biha û prensîpên însanî û cîhanî ne.
Li gor daxuyaniya malpera fermi ya Serokatiya Herêma Kurdistanê serok Barzanî ji ber êrîşa terorîstî ya li bajarê Nice’ê û kuştina hemwelatiyên bê tawan xemgînî û dilgiraniya xwe anî ziman.
Birêz François Hollande Serok Komarê Fransa
Êrîşa terorîstiya bajarê Nice (Nîs) a Fransa û kuştina hemwelatiyên bê tawan bi destê terorîstan li salvegera roja niştîmaniya Fransa gelek ez xemgîn û û dilgiran kirim. Gelek bi tundî wê kirdara dirindaneye terorîstan şermezar dikim û bi navê xwe û gelê Kurdistanê serxweşiyê li we û gelê Fransa û kesukarê qurbaniyên vê rûdana diltezîn dikim, hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.
Terorîst dijminê mirovayetiyêne û dijî azadî û bexteweriya mirovin li hemû cîheke cîhanê da. Êrîşa terorîstan ya ser beşdarbûyên salvegera roja niştîmaniya Fransa êrîşkirine li ser prensîp û bihayên azadîxwazî û wekhevî û birayetiya şoreşa Fransa ku biha û prensîpên însanî û cîhanî ne. Li van demên xemgîn da gelê Kurdistanê ku bi xwe qurbanê destê terore û li hêla yekema şerê terorîstan daye, hevsozê gelê Fransaye.
Bi we yê rêzdar radigihînim gelê Kurdistanê li şerê dijî teror û rûbirûbûna tundrewiyê da bi hemû şiyanek ve piştevanê gel û Hikûmeta Fransayê doste.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15.07.2016




