26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pisporekî siyasî: Serok Barzanî dewlet bo neteweya xwe misoger kiriye

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Pisporekê zanistên siyasî di wê baweriyê de ye ku Serok
 
Barzanî dewlet bo neteweya xwe misoger kiriye û ev yek ji serkeftinên wî
 
xuya dike û berpirsên herî pilebilind ên Amerîka şahîdiyê li ser wê yekê dikin
 
ku ji bo jinavbirina DAIŞê û çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên Iraqê pêwîstî
 
bi alîkariya Serok Barzanî heye.
 
 
Pispor di warê zanistên siyasî de û mamostayê zanîngeyê Umer Nuredîn
 
ragihand: “Eger rola Serok Barzanî neba, li Iraqê piştî Sedam Husên
 
fedralîyeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha cografî û nasnameya netewî û
 
yekgirtûya siyasî ya gelê Kurd nedibû, ku roja Serok Barzanî di wê yekê de
 
pir girîng bû. Herwiha kariye roleke mezin bibîne ku berê gelê Kurdistanê
 
bide azadî û serxwebûnê.”
 
 
Umer Nuredîn amaje bi wê yekê kir ku Cîgirê Serokê Amerîka Co Baydin
 
şahîdiyê li ser wê yekê dike ku ji bo jinavbirina DAIŞê û çareserkirina
 
pirsgirêkên siyasî yên Iraqê pêwîstî bi alîkariya Serok Barzanî heye.
 
Ew pisporê zanistên siyasî dibêje, “ti demê wek niha jîngeheke wiha siyasî li
 
guncayî li herêmê û navdewletî jî bo avakirina dewleta kurdî nehatiye û bi
 
rastî derfeteke dîrokî hatiye ber destê me. Pir girîng e ku piştî ragihandina
 
serxwebûnê jî pêwîst e bi awayekî dirust dewleteke bihêz bê avakirin.”
 
 
Nuredîn wiha domand: “Bo kurdan şerê DAIŞê û derxistina wê ji Mûsil û
 
Iraqê ne tenê pirseke leşkerî ye, lê belê pirseke siyasî jî û pêwîst e
 
dîplomatkarên Kurdistanê kar bo misogerkirina destkeftên siyasî piştî
 
nemana DAIŞê bikin û mercên xwe pêşkêş bikin û para xwe garentî bikin.”

Nûçeyên têkildar