26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Derfeteke mezin û gefên mezin hene

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ligel Serok û Sekreterên Partiyên
 
Turkmeniyên Herêma Kurdistanê civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku
 
gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve bi qonaxekî hestiyar de derbas
 
dibin ku derfeteke mezin û gefên mezin tê de ne.
 
 
Roja pênçşem 14.07.2016 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
 
Kurdistanê li gel Serok û Sekreterên Partiyên Turkmeniyên Herêma
 
Kurdistanê civiya.
 
 
Li vê kombûnê da Serok Barzanî li gotarek da ronahî xiste li ser rewşa siyasî
 
û guhertinên dawî yên navçeyê û Iraq û Herêma Kurdistanê û wê yekê
 
xisterû ku gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve bi qonaxekî hestiyar de
 
derbas dibin ku derfeteke mezin û gefên mezin têda ne û balkişand li ser
 
qonaxên dîroka dewleta Iraqê û ragihand ku ji bo derbasbûna gefan û
 
mîsogerkirina destkeftan hemû aliyek pêwîstî bi hevdû heye.
 
 
Di derbarê mafê pêkhatên neteweyî û oliyan jî Serok Barzanî piştrastiyê li
 
wê yekê kir ku li Kurdistanê da cûdakariya nijadî û olî cihê xwe nabê û em
 
hemû li mirovayetî de bira û wekhevin û divê hevdû qebûl bikîn.
 
Di beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî behsa şerê DAIŞê û gefên
 
 
qonaxa piştî şerê DAIŞê kir û wê yekê dûpatkir ku pêwîst e paşaroj û jiyan û
 
mafên pêkhatên neteweyî û olî bê mîsogerkirin û rê nedin êdî karesat
 
dûbare bibin.
 
 
Serok Barzanî herwiha palpiştiya xwe ya tevahî ji bo maf û daxwaziyên
 
Turkmen û pêkhatên din dûpat kir û ragihand ku wekî qonaxên berê li niha
 
û paşarojê de jî piştevanê maf û daxwazên Turkmen û hemû pêkhatên
 
neteweyî û olî yanim.
 
 
Her li vê civînê de Serok û Sekreterên Partiyên Turkmenî tekez û piştrastiyê
 
li wê yekê kirin ku hemû bi ruh û giyanekî Kurdistaniyane û berpirsiyarane
 
muamele li gel pêşhatan dikin û ji bilî spasiya ji bo hewlên Serok Barzanî ya
 
ji bo parastina pêkhatan û çespandina mafên wan yê destûrî li destûra
 
Iraqê, palpiştiyeke xwe ya tevahî ji bo siyaset û stratejî û hengavên Serok
 
Barzanî yên ji bo paşaroja Iraq û Kurdistanê derbirîn.
 

Nûçeyên têkildar