Nêçîrvan Barzanî: Çaksazî û yasayên Mistefa Zelmî her sax in

Hewlêr-KDP.info- Îro li bajarê Hewlêrê merasîma çileya koça dawî ya
zanayê kurd Mistefa Zelmî bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî birêve çû û tê de Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand,
çaksazî û yasayên Mistefa Zelmî li Kurdistanê û Iraqê her sax in.
Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de ragihand: “Erkê hemû kesî ye ku rêz li
xizmetên zanistî û bîranîn û yadweriyên mamoste Mistefa Zelmî bigirin û
herwiha erkê min û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku em rêz wî zanayê
pir berhem ê neteweya me bigirin. Ez kêfxweş in ku ez bûm sedem ew
vegere Herêma Kurdistanê û li vir bimîne. Wê demê min jê re got, veneger
Bexdayê, li Kurdistanê pêwîstiya me bi te heye, wî jî ev daxwaza min qebûl
kir.”
Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Çaksazî û yasayên Mistefa Zelmî li Kurdistanê û
Iraqê her sax in, bi taybetî di mafê jinan de. Pêwîst e neteweya kurd
berdewam şanaziyê bi Mistefa Zelmî bike.”




